• Monday, 02 February 2026
logo

Serok Barzanî sersaxî ji Ano Cewher re xwest

Gulan Media December 22, 2025 Nûçe
Serok Barzanî sersaxî ji Ano Cewher re xwest

Serok Barzanî di peyamekê de hevxemiya xwe ji bo Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher diyar kir, ji ber wexera dawiyê ya mamê wî Zuhêr Ebdulmesîh.

Peyama Serok Barzanî:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Rêzdar Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher, nûçeya wexera dawiyê ya mamê we yên rêzdar Zuhêr Ebdulmesîh gihîşt me.

Em sersaxiyê ji we û malbat û xizmên we re dixwazin.

Em ji Xudayê mezin dixwazin ku canê wî bi bihuşta mezin şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.

 

Mesûd Barzanî

21ê Kanûna Yekê ya 2025ê

Top