Li sînorê Serdeştê şer derket: 3 serbazên Îranê hatin kuştin
Cîgirê Karûbrûn Civakî yê Fermandariya Pasevaniya Sînor li parêzgeha Urmiyê, Mihemed Fikrî diyar kir, “îro Înê 3 kes ji pasevanên sînor li sînorê qezaya Serdeştê dema ku di erk de bûne û serdana sînor kirine, di pevçûneke çekdarî de li gel hejmarek çekdarên nenaskirî li wê navçeyê hatine kuştin.”
Qaymeqamê Serdeştê, Eqsa Nexşîpûr jî derbarê bûyerê de ragihandiye, “bûyer îro saet 01:00 ser sibehê li navçeya Gorîlke ku dikeve 20 kîlometriya Serdeştê û nêzîkî navçeyên Bulfet û Dupeze qewimî ye.”
Bi gotina Qaymeqamê Serdeştê, “hêzên pasevaniya sînor dema xwastine çavdêrî û kontrola sînor bikin, di wê demê de li gel çekdaran tûşî şer û pevçûnê dibin û di encamê de 3 serbaz hatine kuştin.”
Eqsa Nexşîpûr diyar kir, ku hejmarek ji çekdaran jî di pevçûnê de hatine kuştin, bêyî ku amaje bi hejmara wan bike.
Heta niha hikûmeta Îranê û hêzên çekdarên Îranê bi fermî ti aliyek tometbar nekirine.
Herwiha heta niha partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî derbarê pevçûna îro ya li sînorê Serdeştê de tiştek negotine.
Serdeşt dikeve sînorê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê û li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye.
Rudaw
