Terorîstên DAIŞê li hember berdana xortên kurd dirav dixwazin!
Roja 26 vê mehê, li bajarê Daqûq yê Kerkûkê 2 xortên kurd ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin.
Berpirsê PDKê li Daqûqê, Hîwa Reşîd ji BasNewsê re got, terorîstên DAIŞê ji malbatên wan xortên kurd re gotine, eger ew diravê ku ew dixwazin, bidin dê zarokên wan berdin.
Hîwa Reşîd her wiha got, bi qasî ku malbatên wan xortan dibêjin terorîst kujmek mezin yê dirav dixwazin.
Basnews
