• Monday, 09 February 2026
logo

Îraq rastî karesateke însanî hatiye

Îraq rastî karesateke însanî hatiye
dibêje lazime bilez çareserî jê re were dîtin
Serokatiya parlementoya Îraqê behsa vê yekê dike ku di warê tendirostî de rewşa Îraqê gelek aloze.

Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê Hesen Kebî ragihandiye ku niha Îraq di warê tendirostî de rastî karesateke mezin ya însanî hatiye.

Hesen Kebî eşkere kiriye ku rojbiroj hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin li welat zêde dibe û lazime çareseriyeke lezgîn ji rewşa niha ya tendirostî ya Îraqê re were dîtin.

Nav hatî herwiha daxwaz ji hikûmet, aliyên têkildar û komîteya rûbirû bûna qirîzan kiriye daku bo dîtina çareseriyeke lezgîn bo rewşa tendirostiya Îraqê civîneke bilez li dar bixin.
Top