DEVA û Paşeroj: Hewldanên AKP û MHP serkeftî nabin
Damezrîner û Endamê Reveberiya Gelecek Partiyê, Vahdettîn Înce derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ditirsin ku parlementerên wan derbasî partiyên nû bibin, dixwazin ku pêşiya wan bigirin, dixwazin astengên yasayî derxin ji bo kes kes li parlementoyê çi grupên nû çênekin. Lê ez bêjim ew di hewlên xwe de serkevtî nabin.”
AKP dibîne, li gorî yasayê eger partiyên nû ji partiyan parlementeran vernegirin pêwîste herî kêm li 41 bajaran rêkxistinên wan hebin ku bikevin helbijartinan.
Abdurrahîm Aksoy, damezrîner û endamê Desteya Rêvebera a partiya DEVA, partiya ku Ali Babacan damezrandiye, jî dibêje, ew hewldana AKP û MHP bandorê li wan nake.
Abdurrahîm Aksoy got: “Ez bawer nakim hewla wan bandorê li ser partiya me bike, ji xwe heta saleke din helbijartin nahên kirin heta wê demê jî em dê li bajaran rêkxistinên xwe ava bikin û em dê bikarin bikevin helbijartinan.”
Herî dawî beriya hilbijartinên sala 2018ê, Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) 20 parlementer dabûn ÎYÎ Partiyê û ÎYÎ partî bi van parlamenteran beşdarî hilbijartinan bibû, niha jî behsa wê yekê heye ku CHP dê 20 parlementeran bide Partiya DEVA ya Ali Babacan û 20 parlemenetran jî bide Partiya Paşerojê ya Ahmet Davutoglu.
Berdevkê CHP, Faîk Oztrak desthilata Tirkiyê bi wê yekê tometbar dike, ku bi qestî astengan li pêşiya partî û berbijêran dirust dike.
Faîk Oztrak diyar kir: “Desthilat astengan li pêşiya partî û berbijêran dirust dike, ku ew nekevin hilbijartinan, ev jî dide xuyakirin ku gellek ditirsin, lê çi dikin bila bikin, ew dê di hilbijartinan de têk biçin.”
Roja 2ê meha 6 Parlemetoya Tirkiyê dê dest bi kar bike. Li gorî agahiyan Akpartî û MHP dê hefteyên pêşiya me xebatên xwe temam bikin û projeyasa jî li parlementoyê were gotûbêj kirin.
Rudaw
