• Sunday, 01 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gehişt Misrê

Gulan Media December 21, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gehişt Misrê

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneka fermî gihîşt Misrê û biryar e ku di serdana xwe de bi Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî û hejmareka rayedarên din ên wî welatî re bicive.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro 20.12.2025, bi serdaneka fermî gihîşt Qahîreya paytexta Misrê û ji aliyê Wezîrê Rewşenbîriyê Ehmed Fuad Hino û hejmareka rayedarên din ên Misrê ve pêşwaziya wî hat kirin.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di wê serdana xwe de bi Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî û rayedarên din ên payebilind ên wî welatî re bicive û dê pê re pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Misrê de û guhertinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraq û deverê nîqaş bike.

 

 Rudaw

Top