• Monday, 09 February 2026
logo

Iraq…Li girtîgeha Tacî 3 girtiyan ji ber vîrusa korona mirin

Iraq…Li girtîgeha Tacî 3 girtiyan ji ber vîrusa korona mirin
Piştî belav bûna vîrusa korona li nav girtiyên girtigeha Tacî, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 176 kesên din jî bi vîrusa korona ketin.

Rêxistina Navendî ya Iraqê, ya ji bo nasandina tewanên şer aşkera kir, 3 girtiyên girtîgeha Tacî ya ku dikeve bakurê Iraqê, ji ber belavbûna vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 176 girtiyên din jî ber vîrusa korona ketine.

Heman rêxistinê aşkera kir, ew girtiyane nav girtîgehê de ber vîrusa korona ketine û heta naha nav girtîgehê de ne û ti çareseriyek bo wan nehatiye kirin. Bi awayekî giştî dabîn nekirina pêdiwiyên taybet ên xwe parastina ji korona nav girtîgehan de tine û pêşbîniya karesatên mezin ên mirovî tê kirin.

Daxuyaniyê de hat gotin, ew 3 girtiyên jiyana xe ji dest dane, xelkê bajarokê Felluce ne û navên wan Seidî Zamin Îsa, Elwan Nacî û Emced Haris Cewad Naf in.

Herwaha hat got, di destpêka hatina vîrusa korona de aliyên peyvendîdar ji pêkhatina karesatekî mirovî li girtîgehên Iraqê agahdar kirine.

Basnews
Top