• Monday, 09 February 2026
logo

Iraq- 2 pasewanên Wezîrê Werziş û Ciwanan jî bi Koronayê ketine

Iraq- 2 pasewanên Wezîrê Werziş û Ciwanan jî bi Koronayê ketine
Di dema serdaneke bi fermî ya Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Iraqê Ednan Dercal bo Herêma Kurdistanê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê derketiye holê kur 2 pasewanên Ednan Dercal jî bi Koronayê ketine û ew yekser bo Bexdayê hatine şandin.

Îro roja pêncşemê 28.05.2020an malpera nûçeyî ya ŞefeqNewsê di raportekê de belav kiriye piştî Ednan Dercal serdana bajarê Mûsilê kiriye ligel Fermandeyê Operasyonên Mûsilê lîwa Numan Zubeyî û Rêveberê Bajarvaniya Mûsilê Ebdulqadir Dexîl civiya ye.Lêbelê Lîwa Nûman Zubeyî û Ebdulqadir Dexîl ji odeya civînê derketine.

Di wê raportê de hatiye aşkerekirin herdu berpirsên Mûsilê dema zanîne ku 2 pasewanên Ednan Dercal ê bi Koronayê bûne û ji aliye Herêma Kurdistanê ve bo Bexdyê hatine şandin bi armanca parastina canên xwe civînên xwe ligel Ednan Dercal bi dawî kirine û nêzîkî wî nebûne û amadenebûne ligel Ednan Dercal civînê encam bidin.

Basnews
Top