• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Îranê ji ber lehiyê 7 kesan canê xwe ji dest da

Gulan Media December 20, 2025 Nûçe
Li Îranê ji ber lehiyê 7 kesan canê xwe ji dest da

 Li başûrê Îranê ji ber lehiyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.


Rêxistina Heyva Sor a Îranê ragehand, ji ber lehiya li başûrê Îranê 7 kesan canê xwe ji dest dan û ji ber barîna barana bihêz û hatina ba, ji bo wan kesên jê bandor bûne, xorak û alîkarî ji 23 hezar kesan re hatiye gehandin ku ji lehiyê ziyan dîtibûn.

Herwaha hat ragehandin: ‘’Yek ji karmendên Heyva Sor a Îranê di dema gehandina alîkariyan ji xelkê mexdûr ê parêzgeha Fars a li başûrê Îranê de canê xwe ji dest daye û 6 kesên din ku xelkê navçeyê bûn, ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane.’’

Di çend rojên borî de baranên tund li başûrê Îranê dibarin û ji ber wê jî lehî pêkhatin.

 

Basnews

Top