Nebez Reşad: Hêzeke YNKê li Hewlêrê sekreterê rojnamevaniya wezîrê Pêşmerge revandin
Rojnamevanekî eşkere kir, ji aliyê hêzeke ser bi YNKê ve li bajarê Hewlêrê sekreterê çapemeniyê yê Wezîrê Pêşmerge ji bo 6 demjimêran hatiye revandin û gelek sivikatî û heqaret jî lê hatine kirin.
Rojnamevanê ji Hewlêrê Nebez Reşad, li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand: "Ji çapemeniya Wezareta Pêşmerge Mîran Bekir ji min re got ku ez ji aliyê hêzeke parastina Polîtburoya YNKê ve li Hewlêrê hatim revandim û torbe xistin serê min û ez dam ber mistan.’’
Nebez Reşad got ku Mîran Bekir ji min re ragehand, dema nêzîk avahiya Polîtburoya YNKê ku wek Qesrî Spî tê naskirin, ji bo kirîna tiştan nêzîk dukanekî rawestiya ye û di wê demê de hêzeke YNKê ya erkê parastina wê avahiya Polîtburoya YNKê ya li Hewlêrê di stûyê wan de ye, êrîşî wî kirine û torbe xistine serê wî û ji bo 6 demjimêran ew birine cîhekî nediyar û berdewam dijûn ji wî re kirine û li wî dane û piştre jî li cîhekî avêtine.
Li gorî Nebez Reşad, Mîran Bekir nizane çima wê hêzê ev yek bi wî kiriye.
Ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir BasNewsê peywendî bi Mîran Bekir re xwest pêkbîne, lê ew peywendî berdest nebû.
Di hefteyên dawî de, sekreterê çapemeniyê yê Wezîrê Pêşmerge Mîran Bekir, çend belge li dijî parlamenterek jin a YNKê û têkiliya wê parlamenterê û berpirsên partiyê de belav kirin.
Hêjayî gotinê ye ku YNKê di derbarê vê yekê de, ne bi fermî û ne jî bi rêya medyaya nêzîkî xwe, ti agahî belav nekiriye, çi înkar bike çi piştrast bike.
Basnews
