• Wednesday, 04 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em hertim piştgiriyê didin maf û daxwazên xwîşk û birayên Êzidî

Gulan Media December 20, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em hertim piştgiriyê didin maf û daxwazên xwîşk û birayên Êzidî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18.12.2025, di peyamekê de cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

Peyama Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Rojiyên Êzî:

Bi helkefta cejna Rojiyên Êzî, ez gerimtirîn pîrozbahiyan arasteyî xûşk û birayên Êzîdî li Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hîvîdar im bi xêr û xweşî rojên cejnê biborînin.

Di vê helkeftê da, em dîsa xûşk û birayên Êzîdî piştrast dikin ku em wekî herdem dê li ser piştevaniya maf û daxwaziyên wan û bihêzkirina kiltûrê pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Cejna Rojiyên Êzî pîroz be û her di xêr û xweşiyan da bin.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

18.12.2025

 

 

 

Basnews

Top