• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê hikûmetê pîrozbahî li Berhem Salih kir

Gulan Media December 20, 2025 Nûçe
Serokê hikûmetê pîrozbahî li Berhem Salih kir

Roja 19.12.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamekî pîrozbahiyê bi boneya wergirtina peywira Komîsyarê Bilind ê Netewên Yekbûyî yê karûbarên penaberan (UNHCR) ji Berhem Salih re şand.

Peyama Serokê Hikûmetê waha ye:

Birayê min ê birêz Dr. Berhem Salih Komîsyarê Bilind ê Netewên Yekbûyî yê karûbarên penaberan (UNHCR)

Bi boneya wergirtina peywira Komisyarê Bilind ê Netewên Yekbûyî yê karûbarên penaberan, pîrozbahiyeki germ ji te re dişînim û hêviya serkeftinê ji bo te dixwazim.

Cîhê keyfxweşiyê ye ku kesayetekî kurd, vê peywira bilind a Netewên Yekbûyî wergire, ku ez piştrastim hûn ê birêz dê serkeftî bin di cîh gehandina vî erkî de.

Li gel pîrozbahiyê li we dikim, hemû piştevaniya xwe ya ji bo we yê birêz nîşan didim.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

19.12.2025

 

Basnews

Top