Iraq- Ji ber zêdebûna berketiyên Koronayê daxwaza civîneke lezgîn tê kirin
Cîgirê Yekem ê Serokê Parlementoya Iraqê Hesen Kebî daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de da zanîn divê Lîjneyên Qeyranan a Parlementoya Iraqê bi serperiştiya Serokwezîr Mistefa Kazimî bilezgînî bicive.
Herwiha Hesen Kebî aşkere rewşa niha ya Iraqê weke karesateke mezin a tendirutî binav kir.
Herwiha beriya bi demekê parêzgahê Bexdayê Mihemed Cabir Eta, ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê hişyarî dabû û aşkere kiribû vîrusa Koronayê li hemû herêmên Bexdayê belav bûye û kareseteke mezin li ber deriyê wan e.
Basnews
