• Monday, 09 February 2026
logo

Deriyê Sêmalkayê tê vekirin

Deriyê Sêmalkayê tê vekirin
Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê biryara derbasbûna şêniyên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê da. Şênî ji roja yekşema bê ve dikarin vegerin herêmên xwe.

Îro roja çarşemê 27.05.2020an Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şêniyên herêmên Rojavayê Kurdistanê yên serdana Herêma Kurdistanê kirine û ji ber vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê asê bûne, dikarin vegerin herêmên xwe.

Di daxuyaniyê de hatiye aşkere kirin dê deriyê Sêmalkayê ji 30ê Gulanê heta 4 Hezîranê ji bo vegera şêniyan vekirî be.

Deriyê Sêmalkayê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye. Di çarçoveya xweparastina ji vîrusa Koronayê de Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê çûn û hatina hemwelatiyan di navbera Herêma Kurdisanê û Rojavayê Kurdistanê de hatibû ragirtin.

Basnews
Top