• Saturday, 31 January 2026
logo

Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Germiyanê hat girtin

Gulan Media December 18, 2025 Nûçe
Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Germiyanê hat girtin

Rêvebirê Giştî yê Şaredariyên Germiyanê, bi fermana Dadwerê Lêkolînê ve li gor madeya 330 li yasaya ceza danê ya Iraqê hat girtin.

Li gorî fermana girtinê ya ku ji aliyê Dadwerê Dadgeha Kelarê ve di 16ê Kanûna Pêşîn a 2025an de hatiye dayîn (B.K.M), Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Germiyanê û kefîlê wî (A.T.M) fermana girtinê ji bo wan hatiye derxistin.

Her wek di biryarê de hatiye, girtin li gor madeya 330 li yasaya cezadana Iraqê hatiye derxistin ku ji vê pêk tê:

Ew kesê ku di dema bicihanîna erkê xwe de an ji ber wê heqaret li karmendek an kesekî tayînkirî yê karûbarê giştî an saziyek fermî an encumen an dadgeh an hêzên çekdar an saziyek rêveberiyê bike, dê bi cezayê girtîgehê ji şeş mehan zêdetir an jî bi cezayê pereyan were cezakirin.

Ev di demekî de ye ku di derbarê girtina rêveberê giştî yê şaredariyên Germiyanê de ti daxuyaniyek fermî tune. Ger ji aliyê dezgehên peywendîdar an jî ji aliyê rêveberê giştî yê şaredariyên Germiyanê bi xwe ve daxuyaniyek fermî were dayîn, (Basnews) dê wê biweşîne.

 

 Basnews

Top