• Saturday, 31 January 2026
logo

Bi serperiştiya Serok Barzanî Komîteya Navendî ya PDKê dicive

Gulan Media December 18, 2025 Nûçe
Bi serperiştiya Serok Barzanî Komîteya Navendî ya PDKê dicive

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamêdicive. Di civînê de nexşerêya partiyê ya ji bo pêkhênana hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê tê diyarkirin.

Civîna Komîteya Navendî ya PDKê îro 18ê Berçileyê dest pê dike. Ev yekemîn civîna vê komîteyê ye piştî birêveçûna hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê û di qonaxeke hestiyar de tê lidarxistin.

Rojeva Civînê: 5 Xalên Sereke

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan 24ê, tê çaverêkirin ku di civînê de biryarên yekalîker li ser çend mijarên çarenivîssaz bên dayîn. Tewerên sereke yên civînê ev in:

1- Pêkhênana Hikûmeta Nû ya Iraqê: Gotûbêjkirina mekanîzmayên destpêkirina danûstandinan ji bo kabîneya nû ya hikûmeta fîfederal û diyarkirina wan prensîbên ku PDK dê di danûstandinan de li ser kar bike.

2- Karnameya PDKê li Bexdayê: Amadekirina karên pêşîn ên PDKê ji bo hikûmeta dahatû ya Iraqê, ku xala herî girîng cîbicîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye.

3- Dosyeyên Hilawîstî: Tekezkirin li ser çareserkirina pirsgirêkên sereke, wekî:

     - Cîbicîkirina Maddeya 140 a destûra Iraqê.

     - Çareserkirina pirsgirêka budce û mûçeyên fermanberên Herêmê.

     - Pesendkirina Yasaya Neft û Gazê.

     - Sererastkirina yasaya hilbijartinan û derxistina yasaya Encûmena Fîfederal.

4- Pêkhênana Şanda Danûstandinkar: Tê pêşbînîkirin ku şandeke nû ya danûstandinkar were diyarkirin, da ku ligel aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê dest bi guftûgoyan bike.

5- Pêkanîna Hikûmeta Herêmê: Nirxandina peywendiyên ligel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û aliyên din. PDK di wê baweriyê de ye ku qonaxeke nû hatiye pêş û divê danûstandin li ser bingehên nû dest pê bikin.

Nirxandina Salane

Berpirsê Liqa 4 a PDKê Arî Hersîn jî ragihand, di civînê de ligel mijarên hikûmetê, dê nirxandin û pêdaçûn ji bo kar û xebatên PDKê yên di sala 2025an de were kirin.

Ev civîn di demekê de ye, şandên danûstandinkar ên PDK û YNKê ji bo avakirina Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêr 16ê Berçileyê li Hewlêrê civiyabûn.

 

K24

Top