Serokwezîr Barzanî serxweşî ji Wezîrê Bajarvaniyê re xwest
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî bi boneya mirina birayê Wezîrê Bajarvanî û Geştûgûzarê Sasan Awnî yê bi navê (Nejad Awnî) di rûdaweke hatinûçûnê de telefon ji Sasan Awnî re vekir û serxweşî jê re xwest.
Di wê peywendiya telefonî de Serokwezîr Barzanî hevxemiya xwe ji bo malbata Sasan Awnî anî ziman û hêvî xwest Xwedayê mezin giyanê merhûm bi behiştê şad bike û aramiyê bide malbat xizmên wan.
