• Monday, 02 February 2026
logo

Guhdar Şêxo: Em xelata baştirîn alîgirê kluba Zaxoyê pêşkêşî Serok Barzanî dikin

Gulan Media December 17, 2025 Nûçe
Guhdar Şêxo: Em xelata baştirîn alîgirê kluba Zaxoyê pêşkêşî Serok Barzanî dikin

Piştî ku FIFA’ê îro xelata baştirîn alîgirekî li ser asta cîhanê da alîgirên Zaxoyê, serperestê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ragehand ku ev xelatek nasnavekî dîrokî ye û dê pêşkêşî Serok Barzanî bikin.

Seroperestê Rêveberiya Serbixwe yê Zaxoyê Guhdar Şêxo îşev di merasima wergirtina xelata herî baş a alîgir, li stadyoma werzîşê ya Zaxoyê ragehand: “Em pîrozbahiyên xwe li tevahiya Kurdistaniyan dikin, ev nasnavekî dîrokiye û em xelatê jî pêşkêşî birêz Serok Barzanî dikin.”

Herwaha ragehand: “Em spasiya piştevaniya herçar aliyê Kurdistanê dikin bo alîgiriya wan a bo Kluba Zaxoyê.”

 

 

Basnews

Top