• Monday, 02 February 2026
logo

Serok Barzanî sersaxî ji Şêx Madih Şêx Osman Neqşebendî re xwest

Gulan Media December 17, 2025 Nûçe
Serok Barzanî sersaxî ji Şêx Madih Şêx Osman Neqşebendî re xwest

Ji ber wexera dawiyê ya Şîrîn Xan a keça Cenabê Şêx Elaedînê Neqşebendî, Serok Barzanî sersaxî ji Şêx Madih Şêx Osman Neqşebendî û malbat û terîqeta Neqşebendî re xwest.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Rêzdar Dr. Şêx Madih Şêx Osman Neqşebendî,

Malbat û terîqeta Neqşebendî

Bi xemgîniyeka mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya Şîrîn Xan a keça Cenabê Şêx Elaedînê Neqşebendî û xûşka Cenabê Şêx Osman Neqşebendî gihîşt me.

Ez sersaxiyê ji we yên rêzdar û tevaya mirîd û mensûbatên terîqeta Neqşebendî li Kurdistanê û hemî cîhanê re dixwazim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku Xudêjêraziyê bi behişta mezin şa bike û sebir û hedarê bi hemî aliyan bide.

 

Mesûd Barzanî

16ê Berçileya 2025ê

 

K24

Top