• Saturday, 31 January 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û alîgirên Kluba Werzîşê ya Zaxoyê kir

Gulan Media December 17, 2025 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û alîgirên Kluba Werzîşê ya Zaxoyê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 16.12.2025, bi rêya telefonê peywendî bi  Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo kir.

Serok Barzanî di wê peywendiyê de pîrozbahî li gelê Kurdistan û Zaxoyê û alîgirên Kluba Zaxoyê ya Werzişê kir, ji ber bidestxistina nasnavê baştirîn alîgirên werzişê li ser asta cîhanê ku ji aliyê Yekîtiya Futbolê ya Cîhanê (FIFA) ji bo sala 2025ê bi alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê re hat pêşkêşkirin.

Serok Barzanî ev nasnav wekî bûyereka dîrokî binav kir û ji lîstikvanan û Kluba Zaxoyê ya Werzişê re jî serkeftin xwest.

Biryar e ku Nûnerê Zaxoyê îşev bi rêya internetê tevlî merasîma FIFAyê li Dohaya paytexta Qeterê bibe, û ji aliyê Serokê FIFAyê jî ve dê lê bê pîrozkirin.

Ji bilî Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareka din a kesatiyên navdar jî her îro pîrozbahî li Alîgirên Kluba Zaxoyê kir.

FIFAyê îro (Sêşem, 16.12.2025) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku, Alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê li ser asta cîhanê herî zêde deng bi dest xistine û wekî baştirîn alîgirên salê hatin hilbijartin.

 

Basnews

Top