• Saturday, 31 January 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir

Gulan Media December 17, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Tevgera El-Xedê tekez li ser girîngiya parastin û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û tevaya pêkhateyên Sûriyeyê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandinek parve kir û tê de amaje da ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 16.12.2025) pêşwaziya Serokê Tevgera El-Xedê ya Sûriyeyî Ehmed Elcerba kir.

Di wê ragihandinê de hatiye gotin ku, herdu aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser guhertin û pêşketinên dawiyê yên Sûriye û deverê li hev guhertin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: “Di pareka wê hevdîtinê de, tekez li ser girîngiya parastin û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û tevaya pêkhateyên Sûriyeyê hat kirin.”

 

K24

Top