• Monday, 09 February 2026
logo

Îranê du deriyên sînorî yên li gel Herêma Kurdistanê vekirin

Îranê du deriyên sînorî yên li gel Herêma Kurdistanê vekirin
Çalakî û tevgerên bazirganî li herdu deriyên sînorî yên Perwîzxan û Başmaxê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dest pê kirin.

Ew herdu deriyên sînorî bi boneya cejna Remezanê û ji roja yekem a cejnê ve hatibûn girtin.

Rêveberê Giştî yê Gumrukên Sineyê, Bextiyar Rehmanîpûr ragihand, piştî ku rojekê çalakiyên deriyê sînorî yê Başmaxê hatibûn rawestandin, ji Duşemiyê ve careke din hinardekirina kelûpelan li vî sînorî dest pê kir.

Bextiyar Rehmanîpûr herwiha da xuyakirin, ku deriyê sînorî yê Seyranbenê ku dikeve sînorê navçeya Baneyê, li ser daxwaza aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê heta Sêşemiyê 26ê Gulanê girtî dimîne û roja Çarşemiyê dê tevgera bazirganî li wê derê jî dest pê bike.

Qaymeqamê Qesra Şîrîn, Murad Elî Tatar jî ragihand, ji roja Duşemê ve tevgera bazirganî li vî sînorî dest pê kiriye û tekez kir, niha rojane 1500 kamyon kelûpel ji Îranê ve bo Iraqê û Herêma Kurdistanê tên hinardekirin.

Ew yek di demekê de ye, ku ji ber belavbûna metirsiya pandemiya koronayê, hatinûçûna rêwiyan û geştyaran li deriyên sînorî hêj qedexe ye.

Rudaw
Top