• Monday, 09 February 2026
logo

Li Brezîlyayê di 24 demjimêran de 807 kes ji ber vîrusa korona mirin

Li Brezîlyayê di 24 demjimêran de 807 kes ji ber vîrusa korona mirin
Li welatê Amerîkaya başûr Brezîlyayê ji ber vîrusa korona ya nû Covid – 19ê, di 24 demjimêrên borî de 807 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor amarên wezareta tenduritiya Brezîlyayê li wî welatî ji ber vîrusa koronayê di 24 demjimêrên borî de 807 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên ji ber wê vîrusê jiyana xwe ji dest dayî geheştiye 23 hezar û 473 kesan.

Herwaha li Brezîlyayê di 24 demjimêrên borî de 11 hezar û 687 kesên din bi vîrusa korona ketin û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa korona li wî welatî geheşt 374 hezar û 898 kesan.

Brezîlya, piştî Amerîkayê li cîhanê welatê herî zêde vîrusa korona lê hatiye tomar kirinê ye.

Basnews
Top