• Tuesday, 03 February 2026
logo

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê amarên dawî yên ziyanên lehiyê belav kirin

Gulan Media December 16, 2025 Nûçe
Wezareta Navxwe ya Kurdistanê amarên dawî yên ziyanên lehiyê belav kirin

Navenda Hevbeş a Hevahengiya Qeyranan li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, amarên fermî yên ziyanên lehiya vê dawiyê eşkere kirin. Li gorî raportê, 5 kesan canê xwe jidest daye û ziyaneke mezin a madî gihîştiye parêzgeha Silêmaniyê û Îdareya Germiyan.

Navenda Hevbeş a Hevahengiya Qeyranan îro 15ê Berçileyê ragihand, ku ji ber barana zêde û lehiya di navbera 8-10ê mehê de, 5 welatiyan canê xwe jidest dane û 19 kes jî birîndar bûne.

Ziyanên giştî

- Xanî: 2 hezar û 376 malan ziyan dîtine.

- Çandinî û Ajel: Bi sedan proje, hewzên masiyan, xaniyên plastîk û serê ajelan telef bûne.

- Jêrxan: Gelek pir, rê, torên av û elektrîkê wêran bûne.

Navendê diyar kir ku ji ber berdewamiya proseya tomarkirinê, dibe ku hejmar hîn zêdetir bibin.

Parêzgeha Hewlêrê

Li gorî parêzgehên din, ziyan Hewlêrê kêmtir bûn:

- Li Teqteqê 107 bax, 87 bîr, 14 mal û 78 projeyên masiyan (bi nêzîkî 380 hezar masî) ziyan dîtin.

- Li Balîsanê ji ber birûskê 6 Pêşmerge birîndar bûn.

- Li gundê Qûştepe av kete 6 malan. Ji ber lêlbûna avê, projeyên ava Zêyê Mezin ji bo 24-48 demjimêran hatin rawestandin.

Parêzgeha Silêmaniyê: Navenda karesatê

Ziyanên herî mezin li vê parêzgehê, bi taybetî li Çemçemal û nahiyeyên derdorê hatine tomarkirin:

Çemçemal û derdor: Li navenda Çemçemalê 600 mal, li Şoreşê 600 û li Tekiyeyê 400 mal ziyan dîtine. Tenê di rojekê de li Çemçemalê 127 mm û li Tekiyeyê 173.5 mm baran bariye.

- Ziyanên din: Zêdetirî 100 dikan, 5 fermangehên hikûmî, 8 dibistan û nêzîkî 200 otomobîlan ziyan dîtine. Li Şivanê 400 hewzên masiyan û li Tekiyeyê 15 hezar mirîşkên kêlgehekê telef bûne.

- Qurbanî: 2 kesan canê xwe ji dest daye, 12 kes birîndar bûne û kesek jî winda ye.

Îdareya Germiyan: Bîlançoya giran

Li Germiyanê baraneke bihêz (76.6 mm) bariya û lehî li Kelar û Rizgariyê rabû:

- Ziyanên Canî: Zarokek li Kelarê kete nava avê û xeniqî.

- Ziyanên Madî: Av kete nava 167 malan. 4 otomobîl binav bûn.

- Ziyanên Jêrxanê: Beşeke projeya avdêriya Selam (Heware Sûr) bi temamî wêran bû. Pirên di navbera Kifrî-Rizgarî û Kelar-Rizgarî ziyan dîtin.

- Ziyanên Çandiniyê: Zêdetirî 200 donim zevî, hejmarek zêde ya xaniyên plastîk û zêdetirî 1000 ser ajel û balinde telef bûn.

Parêzgeha Kerkûkê

Li Kerkûkê jî ziyanên canî û madî hebûn:

- Ziyanên Canî: Zarokekî 7 salî li gundê Firqan xeniqî û jinekê li şorawê ji ber elektrîkê canê xwe ji dest da. Karmendekî şaredariyê jî birîndar bû.

- Ziyanên Madî: Li nahiyeya Leylanê nêzîkî 400 malan ziyan dît. Pirekî stratejîk li Daqûqê hilweşiya û rêya Bexda-Kerkûkê qut bû. Beşên nexweşxaneya Azadî û Şêrpençeyê av tê de kom bû.

Parêzgeha Helebceyê

Li navenda bajêr 6 malan ziyan dît û li gundan hinek ajel telef bûn. Asta ava Sîrwanê bilind bû.

Îdareya Soran, Zaxo û Raperîn

Soran: Rêyên çiyayî ji ber hezaz û berfê hatin girtin. Li Çoman, Sîdekan û Mêrgesorê çend xanî û dîwar hilweşiyan.

Zaxo: Asta ava Xabûrê ji 95 cm bo 205 cm bilind bû, lê ziyan nehat tomarkirin.

Raperîn: Li Hacîawa av kete 3 malan. Deriyê sînorî yê Kêlê ji ber berfê demkî hat girtin.

K24

Top