Hewlêr- 6 kesên din bi nexwşiya Koronayê ketine
Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de da zanîn di encama pişkinînên nxweşiya vîrusa Koronayê li Hewlêrê 6 nexweşên din ê vîrusa Koronayê hatine tomarkirin. Berketiyên vîrusa Koronayê li Hewlêrê jinek 40 salî, ciwanekî 18 salî, û du zilamên 60 û 70 salî û du zarokên 10 û 6 salî ne.
Herwiha Wezareta Tendirustiyê aşkere jî kiriye li Duhokê jî hemwelatiyek bi Koronayê ketiye.
Heta niha li Herêma Kurdistanê 502 kes bi Koronayê ketine û 403 kes ji wan baş bûne û 5 kes jî ji ber Koronayê mirine.
Basnews
