• Monday, 09 February 2026
logo

Osman Baydemîr: Lazime em vegerin ser koka xwe ya netewî

Osman Baydemîr: Lazime em vegerin ser koka xwe ya netewî
dibêje lazime dewleta Tirkiyê were hilweşandin
Siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê şaredariya Amedê û Parlementerê berê yê HDPê Osman Baydemîr hevpeyvînek daye medyaya Brîtanî û Rexene jî li HDPê dike.

Baydemîr eşkere kiriye ku dewleta Tirkiyeyê dewleteke dagîrkere, ti revayiya xwe nemaye û ev dewleta han nayê demokratîzekirin lewre lazime were hilweşandin.

Baydemîr eşkere kiriye ku hinek alî siloxana Komara demokratîk davêjin, û xebata xwe li gor vê yekê dimeşînin, ev yek pêk nayê û kes nikare dewleta Tirkiyeyê demokratîze bike.

Baydemîr tekez li ser vê yekê kiriye ku lazime Kurd vegerin ser koka xwe ya netewî û kar bo daxwaz û mafên xwe yên netewî bikin.
Top