• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê ew rastiye çespand, îradeya miletê me ji hemû planan bihêztir e

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê ew rastiye çespand, îradeya miletê me ji hemû planan bihêztir e
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 44emîn salvegera Şoreşa Gulanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî gelê Kurdistanê û tevahiya beşdarbûyên şoreşê kir.

Deqa peyamê:

Di 44emîn salvegera Şoreşa Gulanê de, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û tevahiya beşdarbûyên wê şoreşê dikin û bi rêz û pîzanekeke mezin, salvegera wan Pêşmergeyên qehreman dikim ku ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê, bi xebat û têkoşînê berdewam bûn.

Şoreşa Gulanê ku dirêjahiya Şoreşa Îlonê ya mezin bû, serencam bi hevkarî û yekrêziya hemû aliyên Kurdistanê û pêkhateyan ve, berhema wê serîhildana gelê Kurdistanê di Buhara 1991an û duristbûna Parleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Şoreşa Gulanê ew rastiye çespand, ku daxwas û îradeya miletê me ji hemû planan bihêztir e û bi yekgirtîbûn û hevhelwestiya xelkê Kurdistanê, dikarin hemû rewşên dijwar derbas bikin. Pêwîst e ji vê rewşê niha, bi giyaneke pêşmergane û bi yekrêzî û tebayî, xizmeta niştiman xwe bikin û bi vê rêyê jî dikarin bi ser hemû astengî û dijwariyan bikevin.

Rêz û hurmet bo şehîndên Şoreşa Gulanê û tevahiya şehîdên Kudistanê.



Top