Almanya projeyekê temam dike û radestî Wezareta Pêşmerge dike
Xwaringeha Nexweşxaneya Pêşmerge, ku ji aliyê hikûmeta Almanya ve hatiye çêkirin û ji aliyê Wezareta Parastinê ya Almanya ve hatiye fînansekirin, ji Wezareta Pêşmerge re tê pêşkêş kirin.
Wezareta Pêşmerge ragehandiye ku Îro 14.12.2025, bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge Şorş Îsmaîl, Serfermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Îsa Ozêr, Konsolê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê Albrecht von Witke, Fermandarê Hêzên Almanî Kolonel Sebastian Klink û Cîgirê Serfermandarê Giştî yê Rêveberiyê û Emîr, Şêwirmendê Bilind ê Wezaretê û Rêveberê Giştî yê Agahdarî û Hişyariyê, û hejmarek efserên hêza Pêşmerge û şandeyek Ajansa Almanî (GIZ), xwaringeha Nexweşxaneya Pêşmerge bi fermî hate vekirin.
Amaje bi wê jî hat dayîn ku Xwaringeh ji aliyê hikûmeta Almanya ve bi rêya ajansa GIZ hatiye çêkirin û bi budceya Wezareta Parastinê ya Almanya ji Wezareta Pêşmerge re hatiye pêşkêş kirin.
Albrecht von Wittke, Konsulê Giştî yê Almanya ragehand: "Ev deh sal in ku hêzên Almanî di warên cûda de alîkarî didin hêzên Pêşmerge. Ev alîkarî dê li gorî planeke hevbeş a di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Almanya de be, ku girîngiya demdirêj a vê mijarê nîşan dide.”
Herwaha hatiye aşkera kirin ku Konsulê Giştî yê Almanya bi awayekî sembolîk mifteyên xwaringeha nû vekiriye radestî Cîgirê Serokê Karmendên Rêveberiyê û Emîr kir, wekî nîşana temambûna vê projeya girîng û destpêkirina bikaranîna Nexweşxaneya Wezareta Pêşmerge.
Basnews
