Kazimî û Putin behsa nirxa petrolê dikin
Koçka Kirîmlin belav kirîye, Viladîmêr Putin, serokê Rûsiya û Mistefa Kazimî, serok wezîrên Îraqê peywendîyeka telefonî encam dan û di wê peywendîya telefonî de, Kazimî û Putin nirxa petrol û rewşa Suriyê gotûbêj kirin.
Li gor ragehandina Koçka Sipî Kirîmlîn, serok wezîrê Îraqê û serokê Rûsiya rêkevtine li ser berdewamîya hevahengîyê bo girentîkirina rewşa Suriyê û herweha akincîya bazarên petrolê.
Berê jî, balyozê Rûsiya li Îraqê di civînekê de li gel Mistefa Kazimî, nameyeka Putin radestê serok wezîrên Îraqê, Mistefa Kazimî kir û daxwaz ji kir serdan Moskoyê bike.
K24
