• Monday, 02 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê û Balyozê Îranê li Iraqê tekezî li ser pêşxistina pêywendiyan kirin

Gulan Media December 15, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê û Balyozê Îranê li Iraqê tekezî li ser pêşxistina pêywendiyan kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir û pê re hin mijarên girîng ên girêdayî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê nîqaş kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14.12.2025, pêşwaziya Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Mihemed Kazim Al Sadiq kir.

Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî jî tê de amade bûbû, behsa pêşxistina têkiliyên dualî, rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlementoyê û nîqaşên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de ji bo avakirina kabîneya nû hat kirin.

Di beşeke din a wê hevdîtinan de, tekez li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de, xasma jî di warên aborî, bazirganî û çandî de, hat kirin.

 

Basnews

Top