• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ti demekê naşikê

Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ti demekê naşikê
Serok Mesûd Barzanî îro roja duşemê 25.05.2020an bi minasebeta Şoreşa Gulanê peyamek belav kir. Serok Barzanî di wê peyamê de aşkere kir îradeya gelê kurd ti demekê naşikê.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Li salvegera Şoreşa Gulanê da pêzanînên min ji bo rol û ked û koçberbûn û cangoriya wan hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman heye ku beşdariya Şoreşa Gulanê kirin û dîrok û şanaziyê ji bo gelê Kurdistanê dirust kirin. Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Şoreşa Gulan û hemû Şehîdên Kurdistanê be.

Şoreşa Gulanê hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezina Eylûlê bû û yek ji wan qonaxên girîngên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû û selmand ku eger li qonaxek da xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestan û şikestê hatibê lê îradeya têkoşîna gelê Kurdistanê ti demekê naşikê û bi vîn û hêzeke nû ve serîhildide.

Peyama Şoreşa Gulanê ku li bîst û şeşê Gulana 1976 da hil pê kir, peyama berdewam û berxwedan û pêdagiriyê li mafên rewayên gelê me bû û berdewamiya şoreşên dinê gelê Kurdistanê bû. Berhema Şoreşa Gulanê yekrêziya hêz û aliyên gelê me bû ji bo raperîn û federalî û fireh alî û hilbijartin û damezrandina sazî û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ku her hemû destkeftên giranbihane û bi xwîn û rondikan pêkhatine. Li salvegera çil û çaremîn salvegera Şoreşa Gulanê da tekez li ser peyama pêkvejiyan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê dikîn û xelkê Kurdistanê jî li wê yekê piştrast dikîn ku şoreş û xebat û qurbanîdana wan bi vala naçê.

Basnews
Top