• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahî li Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir

Gulan Media December 14, 2025 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahî li Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir

Serok Barzanî salvegera 40ê ya damezrandina Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê li Sekreter, Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdetiya wê partiyê pîroz kir, herwesa daxwaza serkeftinê ji wan re kir, û hêviya yekîtî û biratiya di navbera aliyên Kurdistanî de û pêşveçûna doza rewa ya gelê Kurdistanê xwest.

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Sekreter û Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdetiya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê yên rêzdar.

Bi helkefta salvegera 40ê ya damezrandina Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, ez bi germî pîrozbahiyê li we yên rêzdar û hemî kadro, endam û alîgirên we dikim û ji we re serkeftin û serfiraziyê dixwazim.

Di vê bîranînê de, me rêz ji bo rol û qurbanîdana Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê di qonaxên cuda cuda yên xebata gelê Kurdistanê de heye û ji wan re em yekîtî û biratiya di navbera aliyên Kurdistanî de û pêşveçûna doza rewa ya gelê Kurdistanê dixwazin.

Her serkeftî bin.

 

Mesûd Barzanî

13ê Berçileya 2025ê

 

K24

Top