• Sunday, 01 February 2026
logo

Seidî Pîre: Eger em li Kurdistanê yekgirtî nebin, em ê li Bexdayê lawaz bin

Gulan Media December 14, 2025 Nûçe
Seidî Pîre: Eger em li Kurdistanê yekgirtî nebin, em ê li Bexdayê lawaz bin

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre ragihand, şerê deskeftiyan li Bexdayê, girêdayî yekrêziya navxweyî ya li Herêma Kurdistanê ye.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre îro 13.12.2025, di bersiva pirsên Kurdistan24ê de tekezî li ser giringiya yekhelwestiya aliyên Kurdî kir.

Pîre got: Eger em li Kurdistanê ne yekgirtî bin, em ê li Bexdayê lawaz bibin û tiştek ji destê me nayê. Herwiha eger em li Kerkûk, Mûsil û navxwe ne yekgirtî bin, em nabin xwedî hêz.

Endamê Polîtburoya YNKê amaje bi wê yekê kir ku rûniştin û diyaloga aşkere ya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), YNK û aliyên din ên siyasî de, ji bo Herêma Kurdistanê pir girîng e.

Seidî Pîre peyameke zelal da û got: "Kurd yekgirtî bin, dikarin destkeftiyên mezin li Bexdayê bi dest bixin, lê eger kurd perçe perçe bin, nikarin tiştekî bidest bixin."

 

Basnews

Top