Rojava: Bi dehan zirêpoşên Rûsî îro rêya M4 vekirin
Rêya M4 ku di 9ê Cotmeha sala derbasbûyî de ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Opozîsyona Sûriyê hatibû girtin, îro careke din hate vekirin.
Bi vekirina wê beşa rêya M4, rêya di navbera Til Temir û bajarên din ên herêma Cezîrê li gel Kobanî û Reqayê û herwiha riya wan bajaran ber bi bajarê Minbicê li rojavayê çemê Firatê jî vedive.
Peyamnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, “îro bi dehan otomobîlên zirhî Rûsî ligel hejmareke otombîlên sivîl li ser rêya M4 û ji Til Temir ve birêketin û berê xwe dan bajarokê Eyn Îsa ku dikeve başûrê rojavayê Girê Spî û bakurê Reqayê.”
Tevî hêzên Rûsî, karwaneke biçûk yê otomobîlên sivîl jî ji bajarokê Til Temirê berê xwe da bajarê Kobanî.
Di çarçoveya rêkeftina Rûsya û Tirkiyê de, ew rê hatiye vekirin û piştî nêzîkî 8 mehan, xelk êdî dikarin çûn û hatinê bikin.
Hevserokê Şaredariya Til Temir, Mihemed Xelo roja Şemiyê 23ê Gulanê ji Rûdawê re ragihandibû, “bi destpêşxeriya hêzên Rûsî û bi hevahengiya li gel bajarokê Til Temir, yekemîn karwana hemwelatiyan saet 09:00ê roja Duşemê ku hevdem e li gel duyemîn roja cejna Remezanê, ber bi bajarê Minbicê ve birêdikeve.”
Mihemed Xelo herwiha gotibû, “rê li ber tevgera bazirganî û hatinûçûna tevahiya hemwelatiyan vekirî dibe û hêzên Rûsî garantoriya azadiya hatinûçûnê û parastina ewlehiya xelkê dikin.”
Vekirina wê rêyê di demekê de ye ku grûpên çekdar bi berdewamî ew rê qut dikirin û pere ji bazirganan distandin, herwiha gelek caran jî ew rê û gundên derdora wê topbaran dikirin.
Roja 12ê Cotmeha par û di dema êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de, Hevseroka Partiya Sûriyeya Paşerojê, Hevrîn Xelef tevî çend hevalên xwe li ser wê rêyê rastî êrîşa grûpên çekdar hatibûn û canê xwe ji dest dabûn.
Rudaw
