• Sunday, 01 February 2026
logo

Artêşa Îsraîlê ket gundekî Sûriyê

Gulan Media December 13, 2025 Nûçe
Artêşa Îsraîlê ket gundekî Sûriyê

Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê sînorê gundekî Sûriyê derbas kir û li gel encamdana kontrolê pêşneyara pêşkeşkirina alîkariya xorakî ji bo rûniştvanan wê deverê kir.


Ajansa North Press ragihand ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji şeş wesayîtên leşkerî û bi dehan leşkeran pêk hatibûn, çûne derdora gundê Seyda el-Hanut û li deriyê yekem ê gund xaleke kontrolê ya demkî danî.

Li gorî zanyariyan, hêzên Îsraîlê avêtin ser hejmarek malan û dest bi lêgerînê kirin, di heman demê de ji gundiyan li ser rewşa giştî ya Sûriyê pirs kirin.

Heman çavkaniyê ragehand, ku hêzên Îsraîlê ji gundiyan re pêşniyar kirin ku ew amade ne "alîkariya xorak" bidin wan.

 

Basnews

Top