Parlamenterek: Serokê hikûmetê dest ji bicîhanîna yasaya çaksaziyê bernade
Xedîce Omer Mizûrî ji BasNewsê re ragehand, gotare serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştrastî da xelkê Kurdistanê ku bicîhanîna yasaya çaksazî de rijd e û dest ji çaksaziyê bernade.
Xedîce Mizûrî dibêje gotara serokê hikûmetê avekî sar li wan aliyan kir ku xwe ji bo dijatiya çaksaziyê amade kiribûn.
Xedîce Mizûrî amaje bi helwêstê beşek ji parlamenter û aliyan a derbarê yasaya çaksaziyê kir û got, beşek ji wan alî û parlamenterên deng dan yasaya çaksaziyê bin ve bin ve jî dijatiya yasaya çaksaziyê dikin. Ji ber yasa dijî berjewendiyê wan ê kesî û hizbî ye.
Basnews
