• Monday, 02 February 2026
logo

Sekreterê Giştî yê NATOyê: Hedefa Rûsyayê ya din emin

Gulan Media December 12, 2025 Nûçe
Sekreterê Giştî yê NATOyê: Hedefa Rûsyayê ya din emin

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte pêşbînî dike ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê tenê bi şerê li Ukraynayê ve raneweste.

Wî Siyasetmedarê Hollandî roja Pêncşemê di gotarekê de li Berlînê got, "Em hedefa Rûsyayê ya din e. herwaha amaje bi wê jî da ku tiştê ku niha ji bo hevpeymaniya Atlantîk girînge, rawestandina şerekê ku beriya ku destpê bike. Ji ber vê yekê jî, divê em bi tevahî ji mezinahiya gefê haydar bin, herwaha aşkera kir ku "hevpeyman" di çalakiyê de bi xetereyê re rû bi rû buye.

Sekreterê Giştî yê NATOyê careke din bi eşkereyî banga pabendbûnek mezintir kir da ku lêçûnên parastinê û piştgiriya ji bo Ukraynayê zêde bike.

Mark Rutte got, "Divê hêzên me tiştê ku ji bo parastina me hewcene bistînin. Divê Ukrayna tiştê ku ji bo parastina xwe hewce dike bistîne; niha." Herwaha got jî ku gelek hevalbend "fêm nakin ka rewş çiqas lezgîn e û difikirin ku dem di berjewendiya wan de ye",amaje bi wê jî kir ku ev ne rast e.

 

Basnews

Top