Şanda Îmraliyê piştî hevdîtina Babacan: Qonaxa yekem bidawî bû, niha dora "Yasaya Aştiyê" ye
Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ligel Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan civiya. Piştî civînê, her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş dan û tekezî li ser giringiya qonaxa nû ya proseya aştiyê kirin.
Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Fayîk Ozgur Erol pêk dihat, îro 12ê Berçileyê serdana Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Aî Babacan kir.
Pervîn Buldan: Pêwîstiya me bi Yasaya Aştiyê heye
Piştî civînê, Pervîn Buldan di konferanseke rojnamevanî de spasiya pêşwaziya germ a Partiya DEVA kir û rola wan di vê proseyê de bi "giring û bi nirx" binav kir. Buldan diyar kir ku wan nêrîn û pêşniyarên Partiya DEVA wergirtine û dê binirxînin.
Buldan got: "Niha em gihîştine qonaxeke nû û em dikarin bêjin qonaxa yekem a proseyê bi dawî bûye. Tiştê pêwîst ji bo qonaxa yekem hat encamdan û şandeke komîsyonê çû Îmraliyê û civîneke giring pêk anî."
Derbarê qonaxa bê de jî Buldan destnîşan kir: "Niha qonaxa zemîneya yasayî ya proseyê ye û pêwîst e bi awayekî bilez pêngav ji bo vê bên avêtin. Pêwîstiya me bi Yasaya Aştiyê û çaksaziya yasayî heye da ku prose serkeftî be."
Alî Babacan: Em di qonaxeke hestiyar de ne
Ji aliyê xwe ve, Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan ragihand ku wan ligel şandê bîr û nêrînên xwe yên derbarê proseyê de parve kirine û metirsî û pêngavên pêwîst gotûbêj kirine.
Babacan got: "Em di qonaxeke giring û hestiyar a proseyê de ne. Êdî komîsyona parlamentoyê raporta taybet bi proseyê û çaksaziyên yasayî amade dike. Raporta taybet a partiya me jî di qonaxa amadekirinê de ye û em ê di çend rojên bê de pêşkêşî parlamentoyê bikin."
Babacan di dawiyê de tekez kir, ew ji destpêkê ve piştevaniya vê proseyê dikin û dê berdewam bin, herwiha bang li Serokkomar Erdogan kir ku zanyariyên zêdetir derbarê proseyê de bide raya giştî.
K24
