• Monday, 09 February 2026
logo

Şêniyên Rojava cejnê bi serdana goristanên şehîdan pîroz dikin

Şêniyên Rojava cejnê bi serdana goristanên şehîdan pîroz dikin
qedexeya hatûçû di roja cejnê de tuneye
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di saetên sibê de, bi boneya cejna Remezanê, serdana goristanên cangoriyên azadiyê kirin.

Di saetên berbangê de, gel berê xwe dane mizgeftan û nimêja cejnê kirin. Di xetbeya cejnê de, şêxên mizgeftan, li ser hevgirtina civakî ji bo parastina herêmê û parastina destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin teqez kirin.

Bi dawîkirina nimêja cejnê re, gel yekser berê xwe dane goristanên cangoriyên azadiyê. Li goristanê, gel ji aliyê şervan û fermandarên QSD û meclisên malbatên şehîdan ve hatin pêşwazîkirin.

Li goristanê, gel cejna hevdû pîroz kir û gul li ser gorên şehîdan danîn û fatihe xwendin. Her wiha şiranî jî li hev du belav kirin
Top