• Sunday, 01 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Afretên Kurdistanê roleke girîng di geşbûna xebat û qurbanîdanê de hebûye

Gulan Media December 11, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Afretên Kurdistanê roleke girîng di geşbûna xebat û qurbanîdanê de hebûye

 Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê peyamek belav kir û rola wan a di xebata neteweyî de bilind nirxand.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî îro 11.12.2025, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Sekreter û endamên Mekteba Sekreteriyetê û hemû endamên Yekîtiya Afretên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: Di dîroka gelê Kurdistanê de, Yekîtiya Afretên Kurdistanê xwedî roleke giring û pêşeng bûye. Ew her dem di rêza pêş a berevanîkirina li mafên afretan û mafên rewa yên xelkê Kurdistanê de bûn.

Cîgirê Serokê PDKê tekez kir, endamên vê rêxistinê piştevaniyeke bê hempa ji bo Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê nîşan dane û got: "Ew bûne mînaka geş a xebat, qurbanîdan û canfedayiyê di ber mafên gelê Kurdistanê de."

Herwiha amaje bi wê yekê kir jî, ji bilî xebata neteweyî, Yekîtiya Afretan roleke diyar di parastina mafên jinan û pêgihandina gelek jinên serkirde de dîtiye.

 

Di dawiya peyamê de, Mesrûr Barzanî hêvî xwast ku Yekîtiya Afretên Kurdistanê li ser rola xwe ya pêşengiyê û xebata rêxistinî berdewam be, ji bo bidestxistina armancên xwe û xizmetkirina zêdetir a afretên Kurdistanê.

 

Basnews

Top