Li Efrînê di navbera grûpên çekdar de şer derket
Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand ku 2 çekdarên grûpa el-Cebhe el-Şamiye li taxa el-Mehmûdiyê li firoşyarekî sivîl dabûn.
Li gor Rêxistina navborî, ji ber ku taxa Mehmûdiyê li jêr destê grûpa el-Şerqiyê ye, çekdarên wê grûpê di rûyê çekdarên el-Cebhe el-Şamiyê derketibûn.
Rêxistinê diyar kir ku çekdarên el-Cebhe el-Şamiyê teqe li du çekdarên el-Şerqiye bi navê Ebû el-Iz û Ebû Malik kirine û di encamê de, çekdarê bi navêl Ebû el-Iz birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Rudaw
