Tirkiyê hêzeke din derbasî Serê Kaniyê kir
Li gor çavkaniyên xwecihî, Artêşa Tirkiyê hêzeke leşkerî ya din derbasî Serê Kaniyê kir.
Li gor zanyariyan, Tirkiyê 30 otombîlên leşkerî ku kelûpelên locistîk li xwe digirt, bi rêya deriyê Idwaniye li rojavayê Serê Kaniyê derbasî nava wî bajarî kir.
Tirkiyê di hewla guhertina demografyaya navçeyê û veguhastina malbatên çekdaran de berdewam e.
Roja 6 Gulanê, 8 otobus ku malbatên çekdaran tê de bûn, derbasî wî bajarî hatibûn kirin.
Herwiha 21 Nîsanê, nêzîkî 150 otombîl ji xelkê Xûte, Hums û Idlibê derbasî bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bûbûn.
Rudaw
