• Sunday, 01 February 2026
logo

Sînemaya Kurdî li Şîkagoyê: ‘Em naxwazin Kurd tenê bi şer bên naskirin’

Gulan Media December 10, 2025 Nûçe
Sînemaya Kurdî li Şîkagoyê: ‘Em naxwazin Kurd tenê bi şer bên naskirin’

Festîvala Fîlmên Kurdî li bajarê Şîkagoyê (Chicago) yê eyaleta Illinoisê ya Amerîkayê tê lidarxistin.

Birêvebirê Navenda Çanda Kurdî ya li Illinoisê Bahadîn Kerboranî ragihand ku 9 fîlm beşdarî festîvalê dibin û şaredariya bajêr jî piştgirî daye wan.

"Em dixwazin Kurdan bi rêya çandê bidin naskirin"

Kerboranî bû mêhvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û ji Nalîn Hesenê diyar kir ku festîval şemî û yekşema pêşiya me tê lidarxistin.

Ev duyemîn gera festîvalê ye û hunermend û sînemakarên Kurd ji California, New York, Ewropa û Kurdistanê beşdar dibin.

“Em naxwazin Kurd tenê bi şer bên naskirin”

Kerboranî li ser armanca festîvalê wiha got:

“Em dixwazin çanda Kurdan nîşanî hevalên xwe yên Amerîkayî bidin û em dixwazin ew Kurdan nas bikin.

Em dixwazin Kurd bi rêya sînemayê werin naskirin. Em naxwazin Kurd tenê bi şer bên naskirin.

Em dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Ermenî, Cihû, Filistînî û Asûriyan re xurttir bikin. Ew ji me bihêztir in, em ji wan hînî gelek tiştan dibin."

Li Chicagoyê 7 hezar Kurd dijîn

Bajarê Chicagoyê piştî New York û Los Angelesê sêyemîn bajarê herî mezin ê Amerîkayê ye.

Kerboranî da zanîn ku piştî Nashvilleyê, duyemîn diyasporaya herî mezin a Kurdan li Şîkagoyê ye û got:

"Di sê salên borî de gelek Kurd hatine vir. Li Şîkagoyê 5-7 hezar Kurd hene."

Piraniya Kurdan li taxên Albany Park û Rogers Parkê yên li beşa bakurê bajêr dijîn in û zêdetirê wan ji Başûrê Kurdistanê ne.

Hewldanên ji bo zimanê Kurdî

Navenda Çanda Kurdî ji bo fêrkirina ziman û çanda Kurdî jî dixebite.

Kerboranî eşkere kir ku wan bi şaredariyê re têkîlî daniye da ku dersa Kurdî li dibistanan bê dayîn û wiha pê de çû:

"Waneyên me yên fêrbûna Kurdî ji bo zarokan û wan Amerîkayiyên ku bi Kurdan re zewicîne hene.

Her wiha kursên me yên taybet ên ji bo govend û semaya Kurdî jî hene."

 

Rudaw

Top