Salih Muslim: Em bi hêvîne li gel ENKSê protokolekî îmza bikin
Demek e bi navbênkariya Amerîka û hevkariya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hevdîtin û danûstandinên bo geheştina bi yekrêziya navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Pariya Yekîtiya Demokratîk (PYD) birêve diçin.
Di derbarê encamên wan danûstandinan de, Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PYDê Salih Muslim ji K24 re ragihand, hemû partî di wan hevdîtinan de ne, ew wek PYD jî yek ji wan partiyan in, ew partî bigihin çi biryarê, ew pê re dibin.
Salih Muslim got, hevdîtin ji bo avakirina baweriyê bû. Ew bi hev re gihiştine encamên baş, lê heta naha ti rêkeftin nehatine îmza kirin.
Basnews
