Dihok- 2 kesên din bi Koronayê ketine
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir di encama testên wan bo gumanbarên berketiyê Koronayê wan 2 haletên nû yên Koronayê li Dihokê tomarkirine.
Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ew nexweş mêr in û kesek jê 28 salî xelkê Akrê ye û kesê din jî 58 salî ye şêniyê Hewlêrê û herdu kes jî ji Bexdayê vegeriyane Dihokê.
