Piştî cejnê biryarên nû tên dayîn
Wezîrê navxwe Rêber Ehmed di presskonferansekê de li gel wezîrê tendirostî eşkere kir ku, hîn jî metirsiya Koronayê li ser welatiyên Kurdistanê maye lewre em neçarin bo parastina selametiya welatiyan tedbîrên pêwîst bistînin.
Ehmed herwiha eşkere kir ku di rojên cejna Remezanê de bi qasî 76 seatan qedexeya hatûçû li seraserê Kurdistanê heye û hêzên ewlekarî vê qedexeyê bisepînin û nabe ti kesek bi ti hincetek di rojên cejnê de ji mal derkevin.
Ehmed anî ziman ku piştî bi dawî hatina cejna Remezanê vê biryarên nû derbarê qedexeya hatûçû û tedbîrên xweparêziyê werin dayîn.
