Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîyê: li Herêmê 10 kesên din tûşî Koronayê bûn
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmare 87
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (11,149) hevwelatî bûn. Niha tenê (677) hevwelatî, li (30) cihên cuda, di kerentînan de man e, (283) li Hewlêrê, (150) li Silêmanîyê û (289) li Duhokê. (10,472) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (32) Hevwelatî ne.
Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1309) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (795) li Hewlêrê, (296) li Silêmanîyê, (218) li Duhokê û (5) jî li Soran.
Di encam de, (10) haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. (5) li parêzgeha Silêmanîyê û (5) jî li parêzgeha Hewlêrê.
Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 64,591 pişkinîn bûne.
Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (452) kes in, di nav wan de, (5) haletên mirinê hene û (385) nexweş jî baş bûne û nexweşên mayî jî tenê (62) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
21-5-2020
k24
