• Sunday, 01 February 2026
logo

Serokê Yekîtiya Zanayan ji bo Îmamê Cumeya Necefê: Daxuyaniyên te yên li ser Kurdistanê ji rastiyê dûr in û ti bingehek wan tune ye

Gulan Media December 7, 2025 Nûçe
Serokê Yekîtiya Zanayan ji bo Îmamê Cumeya Necefê: Daxuyaniyên te yên li ser Kurdistanê ji rastiyê dûr in û ti bingehek wan tune ye

Piştî ku di vîdeoyekî de û di gotareke înê ya borî de Îmamê Cumeya Necefê Sedredîn Qubancî çend gotinek li ser Kurdistanê dike û zêde gaviyê û agahiyên şaş belav dike, Serokê Yekitiya Zanayan bersiva wî da û dibêje: “Gutinên te dûrin ji  rastiyê û ti bingehekî wê nîne.”

Îro roja şemiyê Serokê Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê Ebdulah Mela Seyîd Girkî, li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê de nivisiye: “Min pêwîst dît ku bersiva Sedredîn Qubancî îmamê cumeya Necefê bidim ku di xutbeyekî de agahiyên nerast di derbarê Kurdistanê de kiriye.”

Navborî nivisiye: “Zilamê olî divê ehlê meslehet û başiyê be û rastiyan bo xelkê bike nek bi axaftinên nerast û req, fikir û hişê guhdaran bixeletîne.”

Serokê Yekitiya Zanayan amaje bi wê jî daye, ku “Tiştên ku Qubancî di xutbeya xwe ya li ser Kurdistanê de dibêje ji rastiyê dûr in û ti bingehek wan tune ye. Em nizanin gelo wî derew bi zanebûn û ji ber nefretê gotiye an jî rastî ji wan re gotiye. Ger ew dixwaze wêneya rastîn a Kurdistanê bibîne, em wî vedixwînin ku were û aramî û geşbûna Kurdistanê bi çavên xwe bibîne û guh û çavên xwe hinekî veke.”

 

 

Basnews

Top