• Monday, 09 February 2026
logo

ENKSê endamtiya 5 partiyan çalak kir

ENKSê endamtiya 5 partiyan çalak kir
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê endamtiya 5 partiyan di nav refên xwe de çalak kir.

Neşet Zaza, endamê polîtbîroya PDK-S ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ENKS endamtiya 5 partiyan çalak kir.

Zaza diyar kir, ku endamtiya her yek ji Şepêla Azadiya Kurdistanî, Partiya Pêşeroja Kurdistana Sûriyê û hersê baskên el-Partî hat çalakkirin.

Şepêla Azadiya Kurdistanî, Siyamend Haco serokatiya wê dike, Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê jî ji aliyê Rêzan Şêxmûs ve tê serkirdatîkirin û hersê baskên el-Partî jî ji aliyê her yek ji Behcet Beşîr, Ehmed Sîno û Bedir Berazî ve tên serpireştîkirin.

Endamê polîtbîroya PDK-S herwiha diyar kir, ku berê ew partiyên navborî di nav refên ENKS de bûn, lê bi sedema parçebûnê endamtiya wan hatibû ragirtin.

Li gor agahiyên Rûdawê, dê nûnerekî hevbeş ê wan partiyan di nava Emîndariya Giştî ya ENKSê de cih bigire, herwiha ji bo yekgirtina wan partiyan dê lijneyek were avakirin.

Ew pêşhat di demekê de ye, ku danûstandinên navbera ENKSê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo gihîştina bi tifaq û rêkevtineke pir alî, berdewam in û li gor hin agahiyan, her du alî dixwazin şandên xwe yên danûstandinan berfirehtir bikin.

Ew danûstandin li ser destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî ji bo yekrêziya aliyên Kurdî hatine destpêkirin û Amerîka û Fransa jî piştgiriyê li wan danûstandinan dikin.

Heta niha ENKS û PYD li ser mijarên siyasî gihîştine rêkeftinê û biryar e di rojên bihê de li ser mijarên leşkerî û îdarî û awayê birêvenirina Rojavayê Kurdistanê jî danûstandinan bikin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafih Ebdula doh 20ê Gulanê ji Rûdawê re ragihandibû, ku ENKS û PYD li ser hemû pirsên siyasî li hev kirine û tekez kiribûn, di demeke nêzîk de dê qonaxa duyem a danûstandinan dest pê bike û ji bo wê yekê jî herdu aliyan du şandên din diyar kirine.

Rudaw
Top