Tirkmenên Kerkûkê daxwaza guhertina waliyê Kerkûkê yê Ereb dikin
Ew kesayetên Tirkmen, mana Cibûrî di posta parêzgariya Kerkûkê de wek metirsî bi nav dikin û ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xwestine, Kerkûkê jî bixe nava lîsteya wan 12 parêzgehên ku dixwaze waliyên wan biguherîne.
Endamê Serkirdatiya Partiya Turkmenelî, Timur Abdulaziz Beyatlî derbarê vê daxwaza tirkmenan de ji Rûdawê re ragihand: “Divê parêzgar eslî be ne ku cîgir be, lewma hemû rêkarên ku Rakan Seîd Cibûrî, wek Cîgirê Parêzgar dane, neyasayî tên hesibandin û binpêkariyeke zelal a rênimayiyên parlamentoya Iraqê ye.”
Timur Abdulaziz herwiha got: “Herwiha wî nekariye dosyeya Kerkûkê bi awayekî guncaw îdare bike.”
Li gor agahiyan, kesayetên Tirkmen ên Kerkûkê ji Serokwezîr Kazimî re pêşniyar kirine, ku Kerkûk heta dema lidarxistina hilbijartinên encûmenên parêzgehan, bi awayekî hevbeş ji aliyê sê kesên ji sê pêkhateyên sereke yên bajêr ve bihê birêvebirin, heta dema ku waliyekî nû ji Kerkûkê re tê destnîşankirin.
Serokê Şaxeya Kerkûkê ya Partiya Turkmenelî Emir Avcî jî dibêje: “Pêwîst e şaneyek were avakirin ji bo rêvebirina îdareya parêzgehê, bi awayekê be ku ti aliyek gazindeyan neke, em daxwaz dikin ku ev xwasteka me bi şêweyekî wekhev were cîbicîkirin û daxwaziya me were berçavgirtin.”
Kurd her ji dema danîna Rakan Cibûrî wek parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê, li dijî vê biryarê rawestiyan û hewla guhertina wî dane, lewma jî pêşwazî li daxwaz û pêşniyara kesayetên Tirkmen dikin.
Parlamenterê Kerkûkê li parlamentoya Iraqê, Rêbwar Teha got: “Rakan Cibûrî bi wekalet parêzgarê Kerkûkê ye û parêzgar nîne, daxwaza aliyên Kurd bo posta parêzgar du sedemên wê hene, ya yekem ji ber ku mafê netewî yê Kurd e û ya duyem sedema gendelî û berfirehiya gendeliya vê îdareyê ye ku niha xelkê Kerkûkê bi tevahî bêzar kiriye û gelek kêmasî di rêveberiya Kerkûkê de heye.”
Parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê, ji bo detsbikarbûna wî wek parêzgar ti fermaneke fermî jê re derneketiye, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê di wê postê de hat erkdarkirin. Rakan Seîd Cibûrî niha bi awayekî defakto serokê komîteya ewlehiya parêzgehê û serokê komîteya dabeşkirina postên îdarî li parêzgehê ye û di nivîsên xwe de jî sîfeta parêzgar (walî) ji xwe re bikar tîne
Rudaw
